a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hewar

Çend sal ber baz bûm bi hesreta te Çavê min birçî man ji dîtina te Kengê tu vegerî bêm peşiya te hawar hawar dikim gazî teyran dikim dilê min bigrin bibin Gazindê xwe dikim Gilîyê xwe dikim Roj giran diçin wekî salan Şev hev diguherin xew naye çavan Kengê wê roj hêlê germ bike dilan hawar hawar dikim gazî teyran dikim dilê min bigrin bibin Gazindê xwe dikim Bila hemu dîwarên kevn û nû Xwe liber pişta min bi rizînin Ezê pala wxe bidim esman Hemu rojan pîr, hem û şevan kal bikim Dawîya hemu rîyan ezê ber bi dilê xweve bi kişînim Ezê hemu deryayan noqê histirên xwe bi qedînim Hemu avan bi fetisînim Ezê pala xwe bidim xwe û li bend a te bim.. Yeko yeko ezê terkên rîye bendewarîyê Bi hêviyan bi sekinînim Yeko yeko ezê girtîyên azadîyê bêhn bikim Ezê yeko yeko histrên dayîkan veşêrim Telefa hemu şewatan Bêhna hemû deryayan Û jan a hemû êşan Ezê boxçik a nava vîn a xwede kom bikim Ezê pala xwe bidim hêviyan û li bend a te bim Ezê hemû xaf o tohmetan Hem gazind û girênakan Hemû roj û şevan hilînim Ezê pala xwe bidim te û li bend a te bim hawar hawar dikim gazî teyran dikim dilê min bigrin bibin Gazindê xwe dikim Gilîyê xwe dikim

Bêjebêje © 2015-2024