a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hey Lê Dayê

Hey lê dayê, hey lê dayê.. Tu destê xwarzî bigire Lê lê dayikê tu zû bilezîne Yadîgara bavê min Çeka wî di binê axê de Lê lê dayikê tu ji min ra bîne Bi reft û fîşekan min biximilîne Hogirên min çûne dîlanê De lê lê dayikê De heylê dayê Min dereng nehêlîne Here lawê here lawo Dilê min ji we ra bi evîn e Lo lo lawo min hûn xwedî kirin Bi êş û nalînê, bi hustê xwarî Lo lo bi kul û birînê Jo boy vê roja şadî De here lawo, de here lawo Tu li paş nemînî Hey lê dayê, hey lê dayê.. Tu bi serê delalê xwe kî Lê lê dayîkê tu menalîne Hatin refê ARGKê Refên pêşmergê me li hev civîne Girtin çiya û zozan Lê lê dayikê serê çiya xemilîne Li bajar û gundan Lê lê dayikê bûye xweş mizgîn e De hey lê dayê De haydê dayê Tu wê çekê ji min ra bîne Here lawê here lawo Ez jî ji wê bi hêvî me Bi sebrî û aram im Lo lo lawo bi wê bawerî me Ev doza bi şan û şeref Lo lo ji wê ra bi rêwî me Ax de here lawo Tu li paş nemînî

Bêjebêje © 2015-2024