a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hogir

Erê hogir, hogir... Dergevanê li ber deriyê çiya ye Hogir Şehîdê me ye Hogir.. Ser kêşê xorta ye Hogir dilovanê ber dilê dayîka ye Hogir.. Bila bişewite kela Mêrdînê, lawo bi beden û sure Di sera diçing ewrên reş û tarî, tavên buharê lê dihorin Lêdixînin li deşt çiya û zozana, ay Hogir avdidin şûv û bûre Pencên rojê avêt, şîn kirin gul û nesrîne Mizgînî kete nava welat, Hogir, xort û keç tev de rabûne Hogir, xortê Kurdan şiyarin, zanin tu sembula wane Keç û bûka serî hildan, bo te zelxîtî û dîlane Dayîka sund dane ku negrîn, reş ji serê xwe dînane Xorta soz û peyiman dan, ji bo tev Şehîdane Ku çeka xwe ji dest dînenin, Hogir şehîd dane

Bêjebêje © 2015-2024