a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Ji bona her kesek yarek

Ez vê helbestê ji dîlîyên cenga azadiya re Şêrên birîndar Bazên di qefesa hisinîda girtî Bi dil û biryara wan ya mezin Di hesta evîna wan û girêdana wan bi rêbertiye û gelê xwe ra Ez vê stranê ji wan re diyarî dikim Ji bona her kesek yarek .. heye, (y)ê me welat yar e Ji bona her kesek yarek .. lo heye, (y)ê me welat yar e Ax belê çibkim di destê dij- .. -minê xwînxwarî xedar e, oy ax Belê çibkim di destê dij- .. -minê xwînxwarî, xedar e wey lo Çuqas pesnên giran bêjim .. nikarim ez bidim zanîn Lo çuqas pesnên giran bêjim .. nikarim ez bidim zanîn Çeleng û nazik û şeng e .. şepal û şox û cebar e, ax Çeleng û nazik û şeng e, ax .. şepal û şox û cebar e, wey loy, lo Hezar wek min di vê rê de, .. bi van derd û kulan kuştin Hezar wek min di vê rê de, .. bi van derd û kulan kuştin Telesma ser devên xortan .. di sîngên min de reşmar e ax Telesma ser devên xortan .. di sîngên min de reşmar e, wey loy Çi zanê qîmetê wê şeng .. û şoxê dijminê bêbext Lo çi zanê qîmetê wê şeng .. û şoxê dijminê bêbext Ne wek min dil bi top û a- .. -wirên yarê birîndar e, lo, ax Ne wek min dil bi top û a- .. -wirên yarê birîndar e, wey loy Eger çendî bi dest dijmin .. Were yara min a şêrîn Bi navê we ez bilind bû me .. Giham gerdûnê seyar e Bi wan lêvên şekirbarîn .. Bi min da soz û peymanek Ji min pê ve ku dil nedê .. Kesî ew yara bê çar e Ev e soza me jî pê re .. ku dil herdem bidim dest e, yar Natirsim ez ji zindan û .. ji lêdan û ben û dara, yar Li ser her katîkî rûnên .. bikin qêrîn, heta herkes Li ber kûzê û qateynên wê .. gula nû bişkivîn, buhar e Di govenda min de herkes .. bi dilşadî bikin dîlan Li şûna hêstirên çavan .. xuşîn bên cih û cobar e Ev e soza min jî dîlber .. eger bimrim di vê rê de, yar Ji vê dunya xweş û şêrîn .. Cegerxwîn jî, ne bê par e, yar

Bêjebêje © 2015-2024