a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Ji Bona Her Kesek Yarek (Evîndarê Welat im)

Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e Hezar we min di vê rê de bi van derd û kulan kuştin Telesma ser devê xorta di sîngê min de reşmar e Çi zanî qîmetê vê şengeşoxê dijminê bêbext Ne wek min dil bi top û awirê yarê birîndar e Eger çendî bi dest dijmin were yara min a şêrîn Bi navê we ez bilind bûme giham gerdûnê seyyare Bi wan lêvên şekerbarîn bi min da soz û peymanek Ji min pê ve ku dil nedî kesî ew yara bêçare Di govenda me de herkes bi dilşadî bikin dîlan Li şûna hêstirên çavan xuşîn bên co û cobare Ev e soza me jî pê re ku dil herdem bidim desta Netirsim ez ji zindan û ji lêdan û ben û dare Ev e soza min û dîlber eger bimrim di vê rê de Ji vê dinya xweş û şêrîn Cegerxwîn jî, ne bê par e Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024