a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Leylê Leylanê

Heger ez koçerek bama, gotibanat min, pezê xwe bibe bihuştê biçêrîne, bihuşt cihê giyayê şîne.. Da bêjim na! Berê pezî bidim zozan û keriya, warê nefel û tevriya Bo nav govend û şengebiya te welatî Da nebêjin, çi warekî bêxodane, xodanê xwe ji xwe nagirî, bi xwe dikene! Hevçî û kîz û çernewa te welatî.. Stuna konê min koçerî, leylê.... leylanê Çira minî venamirî... Ewê xemlê li wê kemberê.. Rewşa xwe da ye herderê Stuna konam gazina meke Jana dilê min û te yeke Kaniya derdê min derneke Birîna canê min dermanke Stuna konêm bêrîvane Bermalîka partîzane Sorgula bax û bostane Navê şêrîn kurdistane Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024