a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Name

Zuha bûn rundikên çava ku min dît Bejin û bala narîn, gulî di hejîn Gul û sosin hatin li dorê dicivîn Ji çerxa felek re got, rawest ez heme Çerxa felek xwe negirt li ber canê can Canê ku bû aton û bombe û volkan Bû pêşeroja di çavên zarokan Canê xwe da nik sosina, şax vedan Kara xezala li birca bilind kalî Li mêrga Memê Alan hîn bû û çêrî Li textê Zîna Zêdan rûnişt mexelî Vexur ji ava Minzurê bi helalî Ruxand rûyê qadê tavek erd germ kir Bi arê evîna dil hesinê nerm kir Li canê narîn gerand, fitîl di bera kir Zîlana min bisk û kezî hine kir Bipirsin ji çiyan lez û beza min Bipirsin ji ewran rengê baskên min Bipirsin ji bazan hêlîna min Ji awrên zaroka pirskin evîna min Kewika Kurda, xelata aşitî Per û baskên di xwînê de veşartî Dirêse tevin û teşiya azadî Bihara çiya, gulsosina siroştî

Bêjebêje © 2015-2024