a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Newroz (Buhar Xweş e)

Buhar xweş e çaxê gula Çaxên kulîlk û sunbila Newroz û sersala dila Kengî bi xêr tu bêt buhar Îsal zivistana me sare Berfa sipî hûr têt xare Xemilandin deştê û zinar Kengî bi xêr tu bêt buhar Buhar xweş e...(Dîsgotin) Nahêle berf em derkevin Em girtiyên roj û şev in Xewa me naye, em rakevin Kengî bi xêr tu bêt buhar Buhar xweş e...(Dîsgotin) Baran li berfa şev nîvî Bê û li pey roj derkevî Dîsa bi ser çiyan kevî Kengî bi xêr tu bêt buhar Buhar xweş e...(Dîsgotin) Gotin: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024