a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Partîzan

Newal û çem diçim, diçim çiyan de Çiya û çiya diçim nav ewran de Ez ne teyrim ne teyarim.. Birano partîzanim, digerim her deran de Di deştan dar û ber, avan de Hêlînam di dilê gelan de Can û dil min da ye di vê rê de Ez ne teyrim ne teyarim.. Birano partîzanim, digerim her deran de Malam kevir û zinarê çiyan Xaniyêm berf û baran, mij û doman Ava dikim Jînek nuh li kurdistan Ez ne teyrim ne teyarim.. Birano partîzanim, digerim her deran de

Bêjebêje © 2015-2024