a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Rapêrîn

Îro va ye ferman hat, kurdno rabin cenge ev Ta serxwebûnê em herin, di vê rê de nîne rev Kevrê destê bi çûkan, bû ye bombe, tang û top Her derê serhildane, gund û bajar, rê û şop Lêxe gelê min bese, ev bindestî û zulm û zor Ev roj roja cengê ye, hersê ala hildin jor.... Bila her kes bibhîse, deng bi erş û ezman xin Bila dinya biheje, mirina tirsê li darxin... Bê tirs û ji dil û can, eve gelê kurdistan Serhildane her dever, dijî zulma kedxweran.. Darbesta şehîdê xort, ser milên xwe datîne Bi hêrsa dilê xwe re, mizgîna rojê tîne Xortê kurda li qadan, îro va ye pêşketin Di şopa rêberê mezin, wek şêra ar û pêtin Gotin: Hekim Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024