a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Rista Şehîd

Min divêt her tim bêjim Hiş û reman li ser bipêjim Rista Şehîd tim birêsim Cerg û dil li ser bisojim Lê ne yek car, her tim car Tim bikim qîr û hewar Ji bo Şehîd biqîrim jar Ji ber hîma vîna dil Dil tije bû xem û kul Pakrewanê gel e tu.. Doz gerand bû evîndar Dil berda qadê bi yek car Şehîdê me ye ha.. Min divêt her tim bêjim Hiş û reman li bipêjim Rista Şehîd tim birêsim Lê ne yek car, her tim car Tim bikim qîr û hewar Ji bo Şehîd biqîrim jar Ew can û giyan û xwîn Pişkivîn gul û nisrîn Ew can û giyan û xwîn Pişkivîn gul û beybûn Wateyek daye jînê.. Kevinjiyana tar û teng Nepejirand ew qey û bend Hêvanê nuh jiyanê.. Min divêt her tim bêjim Hiş û reman li bipêjim Jîna Şehîd tim birêsim Lê ne yek car, her tim car Tim bikim qîr û hewar Ji bo Şehîd biqîrim jar Sibê wê bên şahî û dîlan Navê te nirxê jiyan Li dîwarê Dibîstan.. Kerwanên me diçên jor Ronî didin li hawîr dor Hêvîn û vîn e tu.. Min divêt her tim bêjim Hiş û reman li bipêjim Jîna Şehîd tim birêsim Lê ne yek car, her tim car Tim bikim qîr û hewar Ji bo Şehîd biqîrim jar Gora min ji kevirên Mermer çênekin Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me.. Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê Ezê bimirim.. Ez girtiyê ji ber ronahî î Azadiyê me Ez arama dilê dayîka me.. Ez Huseyinê serfiraz im Ji bo bîranîna şehîdê min, Huseyin Çelebî

Bêjebêje © 2015-2024