Xelîl Xemgîn
Rojên Berê
Kanîn ew dilên fereh û bitîn
Weke rojê germ, bi xeml û evîn
Kanîn ew rojên, em hemû yekbûn
Av û nan û êş, dermanê hevbûn
Ji dozê pê ve, derdê me nebûn
Kurd û Kurdistan, ew tenê hebûn
Derdê nezana, ez jî dixwînim
Li her civatê, ez wan dibînim
Wan rojên berê, ez bi bîrtînim
Rojê sed carî ahan dikşînim
Rengê me rabû, em bûn wekî din
Strana me çû, bûye yeke din
Dost xeyîdine, çûn aliyek din
Siwarê hespan bûne hinek din
Werin em herin rewafa rojê
Em wê ramûsin bi dinê sozê
Emê xwe bişon, ji qehr û tozê
Wek rojên berê xwe bidin dozê
Ku ne azad bin, jiyan erzan e
Azadiya war ya me hemyan e
Hesreta me û erd û ezman e
Hêviya çiya, derdê dilane
Bi giyanê têr, ji evîna zor
Bi vîna bilind herdemê li jor
Bihûninrengên kesk û zer û sor
Ramûsin axê, bigrin hawîr dor
Gotin: Hekîm Sefkan