a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Sason

Xeberek hatî ji diyarê sason Dîsa birînên Kevin li cerg û dilan vebûn Agir beda ye hinav û dilane Mîna pêt agirê bi domane Çiyayê sasonê digirt e berf û doman Qehremanên kurdan hêlîn tê de kolan Di şevika reş û tarî, çemberên kedxweran li dorê gerî Serî li hember neyar rakirin Çiyayê sasonê bi xwînê sor kirin.. Dema leşkerên dewletê, haware dihatin bi hezara.. Cahîd gazî dikir li heft hogir û hevala Çeka xwe li hember neyar kişandin Bi hêrs û nifrîna xwe dijmin tirsandin Heşt hevala canê xwe dan, sason kirin keleha berxwedan

Bêjebêje © 2015-2024