a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Sebra dila

Li ser kaniye min dî ye... Gula baxçe avî ye Aqle min pere çû ye Av ji kanî ye anî ye... Dara te bi xwe çandiye Çi bikim dilem bejî ye Wer, wer, wer vira Wer, wer, sebra dila Çaven reş kaniya kila Dor kaniye bi dar e, lo lo... Sîhe daye ser zinar e Diherike ava sar e Hero sibe û evara Kewa te difire li wira Sebra dila bi çend awira Wer, wer, wer vira Wer, wer, sebra dila Te nadim bi bav û bira Kevoka li ser zinara, le te... Helîna xwe li ser çinara Dixwîne sibe û evara Firî serşax û dara, lele... Tirsa min ji wan neyara Xerakin cih û wara... Kevoka sor kedî me. lo lo... Li ser sivinga xanî me Ji ter dil girtî me... Lawiko li benda te me, lo lo .... Kengî tu be ez heme Ez tene yara te me

Bêjebêje © 2015-2024