a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Şeva Hîcran

Di tarîka şeva hicran Çirayek sohet im hey lê Ji ser hala piyan ar e Bi carek vêketim hey lê Nema min sebr û aramek Ji ber jana evîna dil Evîn behr e lewra tenha Bi ber pêlan ketim hey lê Ji dilber dûr ketim lewra Bela ser daye can û dil Meger pirsê li min nakî Belê tim tu xiyala min Şev û rojê bi nalîn im Bi ax û hesret im hey lê Şev û rojan bi kovan im Bi bilbil ra bifîvan im Di kûra ‘eşqê borî me Yeqîn ez pîrê torî me Weke Elî Herîrî me Di qeyda hicret im hey lê Meger ez Rustemê kurd im Firaqê w'ez nexweş kirim Cegerxwîn im siyahçerd im Di qeyda xelwet im hey lê Di xurca xelwet im hey lê Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024