a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Siwaro

Siwaro, siwaro hêy.. Siwaro min got îro bi mije Banê kehlê, jê re dibêjine bi mije gebarê, botanê jê re dibêjine bi mij e de bejna bavê nadirê siwarê min hibê dilê min rebena xwedê vê sibê li serê çiyayê kurd û kurdistanê kij e kij e ay ax siwaro êy hawar e ji te re nemînim lo lo ax siwaro tu siwarê rojhilatê siwarê şerqê şirnexê dirana heya amedê ji serê rêyano derdora li berê berbanga şefeqa sibê way de mîna hêlkana firqeta bayê serê sibê li cizîra botan hênîk hênik diherike te û tê de bila bigihê li bakur û li başur mizgîn dîkê mizgîna biharê felatê ay ax siwar êy dilê min bi te re nemînim lo lo siwaro rabe sibe ye sibe dereng e êy tîrêjên rojê şewqa xwe daye birca, baniya tev bajar û gundan dixwemlîne ay ax qebiqeba kewa gozel vê sibê dixwînê li ser hêlînê fîgana çikeçike dengê bilbil û şalûran awaz e xweş deng e ay ay de rabe xwe bi çekan rext û rim û mizdanê xwe girêde bes e ji vê xewa bidîlî û bêdeng e siwaro ev roja tolhildan û yekheva mezin e ev roja serhildan û ceng e ay siwaro lo ax siwaro êy de rabe siwarê min hibê dilê min rebena xwêdê lo lo ax lawo Çavkanî: Hesen Cizîrî

Bêjebêje © 2015-2024