a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Tu Hatî (Navşêrîna Min)

Tu hatî navşêrîna min Evîn û xemrevîna min Were xweşke birîna min Bi xemla xwe tu wek Zîn î Şepal û şeng û şêrîn î Ji dozê ra tu durbîn î Bi dildara xwe pir rind î Bi rûheyv û şekerxendî Di vê rê da hunermend î Ji min can û ceger kuştin Dil û mêlak hemî mijtin Tijî tîr û ber û xiştin Bese ev jîna berbatî Bese ey dilber û gawir Nebarîne li min awir Te can û dil kirin agir Xerab hatin vê meyxanê Me mey da Ehmedê Xanê Cizirê te kirî fincanê Hezar û sed evîndar in Di vê rê da birîndar in Bi qêrîn û bi hawar in Cegerxwîn bes bike forta Te dil da ber şûv û rota Tu pîr î lê wekî xorta Bi xwe kohê Ereratê

Bêjebêje © 2015-2024