a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Tu Sorgul î

Tu sorgulî ez bilbil im Li ser te her dem dinalim Li ser te ceger bi xwîn im Şev û rojê bi fîxan im Ez rêwiyê rêya gulim Kehnî du çavên mêr kuj in Avjîn zelal û paqij in Lê çi bikim ev bûne çend sal Keftar û gur jê dimijin Kedxwar û neyar dimijin Wekî bûka dest bi hine Te revandin ji destê min e Va ye em hatin sorgula min Tolhildan bûye sonda min.. Çol û çiya me qetandin Kelem tev de me şikandin Ji bo ku tu ser bi xwe be Xort û keçan xwîn rijandin Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024