a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Xerîbî

Dûrî te me çi bikim, rebenam dayê Xerîbî gelek zor e, li serî bela ye Bi mij û boran e, sebra min lê nayê Bextê reş, dikim nakim naye rayê Xerîbî xav e dayê, ne germ ne sar e Mirov tê da bêrûmet, her dem bêçar e Çavên xwe min vekirin, ne îş ne kar e Feleka bêbext her dem bi me re neyar e Pêsîra min girt çi bikim û êdî berneda Buhara min dijwar e û havînan neda Dil û hinav sotandin, cegeram bada Bêbextiya dinyayê hat da bi ser da

Bêjebêje © 2015-2024