a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Xwezî

Xwezî dinya tim dinya ba Ji bin axê rastî ra ba Ji nuh, dîsa wekî berê Şahî li dil wê peyda ba! Xwezî dinya bê dawî ba Evîn tê de, ne sêwî ba Bila her dil pêrîşan ba Di xewnê de, tim rêwî ba Ev dinya xweş me wêran kir Me li hevdu rût û sar kir Bi lêdanê, bi talanê Ken reviya, şahiyê barkir Xwezî dinya bê sînor ba Bê alî û jêr û jor ba Bila ev dil ji hêviyan re Gulîstana gulên sohr ba Heya xweş min dinya naskir Bihara geş min derbaz kir Min ji tûrikê xortaniyê Xewnek xemgîniyê, ji xwe re parskir! Helbest: Ferhadê Îçmo

Bêjebêje © 2015-2024