a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Zeyneba Ûsê

Lê lê, Lê lê lê Lê lê lê, Zeyno Zeynebê Pal gewrê, lê ecemê, dewran giranê Mal mezinê, bê esilê bê nesibê ay ay ay Bejin bilindê, nav ziravê, çav bi kilê Aynik bi zêrê, bisk bi têlê, sînîk sedefê, memik şêvê Tu were li min û vê kulê, li vê mereqê, li vê kederê Işqa dila, zeynebê derdê ku em ketinê, ay ay ay ay ay Lê lê, Lê lê lê, Lê lê lê Narînê wusa nabê Gelê gundî û cîrana di bextê we da mi Loma ji dilê rezîl nekên oy oy oy, oy oy Kul û mereqa Zeyneba ûsê, kab û kulîye min şikandin Hestîye canê min hilandin, wey cefayê vê canê xwe berda nîvê kezebê Zeynebê bila webê, Narînê bela webê, kubara minê Bi ya min nebu, Zeyneba ûsê, dîsa bela bi ya te bê ay ay ay ay Îro li min sorgunî welata, mehkûme dewleta, li diyarî xerîb û xurbetê har û dîn kirin, bê cî û war kirin Lê çi bi serê min hatî Zeynebê ûsê tu sebebê Werî yar, yar yar yar, yar yar yar, yar yar yar Zeynebe tu sebebê Werî lê yarê, Zeynebê lê yarê, Kubarê lê yarê, Sebeba serê minê, ne carekê wey sed carê Bi gerdenê şikestî, li bakirina gulyên sor Bejna bilind, Zeyneba ûsê te li wê diyarê Li kul û mereqê giran, barê xeman, kubarê te piştamin da ber vê dîwarê Bi awirên çavan, gufiştina diranan, gizkirina lêvan, Zeyneba Ûsê, bi xwedê te emrê mi xwarê Bi hev carekî ser dînî, çût tengayî bi zîlê Daketin kûranî deşte hemqê ji aşiq û mereqa Zeyneba Ûsê ra wey malîno, ez bum cûtarê Salika wek sala îsal bu, çelê zivistanê heyanî sê mehê buharê çibkim baran ne barê Erê kubarê, min nizanî feleka mala xayin şewitî bi min û Zeyneba Ûsê re neyarê Hat lefê qijik û çûçikan, lê Zeyneba Ûsê Zeviya min tev de xwarê Min digo wezê dakevim bajarê quncê Heleba mîran Sala îsal ji Zeyneba xwe re bînim diyarîkê Desmalek herîrî, cutek guharê zêrîn De bela agir pê kevê mala bavê Zeyneba Ûsê oy oy Bela bişeweti mala bavê Zeyneba Ûsê Qelenê Zeyneba Ûsê di sirê mi re kirin Wey birano sed hezarê Erê Zeyno Zeyneba Ûsê, mal cîrane, mal digunde Li şane şînê, li derî yê eywanê, li devê tax û penceran de Tu ji min re bu ye mîna şitleke rîhanê av di bin de Erê kubarê tu were li halê min lawikê xelkê, evdalê xwedê bibîne Di çelê û havînê de, li şerîtê kevnê udasê di dema palê de Mîna berûşe kal li ser sêkûça av di bin de nema ye Dibê ne dagir de Wey xelkîno wey malîno, loma ji dilê rezîl nekên, go kî boye sebeba serê min û Zeyneba Ûsê oy oy Heger ku jine, heger ku mêrê Xêr û xweşî yê ji xwer nebînê Heger ku xorte, heger ku keçe Bi ciwanîke xwe şa nebê Wey ya rebî ti bext û mirazê vê nebê Heger ku bûke, wey ya rebî li ber darê ti dergûşa runenê Zeynebê, ti lorîka, lorî nekê ay ay ay ax Werî yar, yar yar yar, yar yar yar, yar yar yar Li halê min û Zeyneba Ûsê

Bêjebêje © 2015-2024