a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Zindan

Çi reş û tarî ev zîndana Çi kur û tenge ev bêjiyana Ji hawîr dorêm tev tên nalîn Ji cerg û dilê tev têne xwîn Çi dijware ev birîn Dilop, dilop jê tê xwîn Dil tije bû ye ji kîn Dikelin hêrs û nifrîn Cîhan şêrîn û ciwan Tevde birc û tev eyiwan Ê me tev heps û zîndan Esîrin ji bo Kurdistan Ev çi jîne em tê da ne Zulm û zor û lêdane Çav sor û hov, har û sah Duxwene goştê mirovah Ewrên reş û tarî û giran Tu car nabuhrin bê baran Şoreş nabe bê zîndan Zîndan nabe bê berxwedan Rêzane kî pir bi dom Rêberê me bû mazlum Ala berxwedanê Hilda Ew bû kawa yê kurda Kemal û Xeyrî û Ferhad Şehîd bûn ji bo welat Ala Mazlum bernedan Di vê rê da wan can dan

Bêjebêje © 2015-2024