a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Zînê

Bi wê xama ji destê te gihaye min lê lê Evan rêzan dihûnim ez bo te lê Zînê Ji paxila dilê xemgîn dibêjim tê lê Ev dil bo te ne lûs e û ne jî hêlîn e Bes e rûnê li ser textê dilê min tu lê Tenê sohtin em bi arê vê evînê Di vê çerx û dema han de evîn ew e Ku her du dil bi yek dil bin, ji bo vê jînê Ne pîr im ez, pir ciwan im, lê xemcivîn im Ji bo eşqê cih di dilê min de qet nîne Min dil hebû bi ciwanî, min sipartî? Şox û şenga ku cegeran disojîne Zuha bûm ez kirim derya bê serî û bin Evîn berda kûraniya dil, nava xwînê Ji bê zarî kirim çûkê çêl ziman lew Dihûnim ez gelek nama ji bo vê jînê Sewdan û can min danî ber bi erzanî Dema ji bo serxwebunê ket tekoşînê Gotin: Hekîm Sefkan

Bêjebêje © 2015-2024