the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemgîn Bîrhat

Bajarê Dersim

Bajarê Dersim, way bajarê Dersim Werê Berxwedanê, mêrxweş û egîdan Çiyayê Munzur li dora te ye Çemê Munzur bi xwîna te ye Baba Duzgun ziyareta te ye Dengê bilbilan xemgîniya te ye Bajarê Dersim, way bajarê Dersim Diroka dirêj e, herkes te dibêje Seyît Riza berbanga teye Ali Şêrê te hin li bîra me ye Dengê mazluman hawara te ye Dengê Zîlana qêrîna te ye Bajarê Dersim, way bajarê Dersim Dengek li te bu mîvan, dengê wan şehîdan Ez bang û hawar gaziya te me Sond û peyman ser rêka te me Hişyar û xemgin ez awaza te me Min çav li fermana biryara te ye

Bêjebêje © 2015-2024