the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemgîn Bîrhat

Bextê Dinyayê

Milletên hevgir hemî barbar in Ji bo zaliman heval û yar in Milletên mazlum dibên terorin Qeda û bela bikeve bextê dunyayê Dunya bêbext e bê soz û qirar Ji bo me Kurdan gellekî xedar Ji ber me û paş me rabûne neyar Qeda û bela bikeve bextê dunyayê Rojkî ji bo me nebûye ew dost Nebû ji bo me ne tac û ne post Rezîl û qehpe dostanîya mêrê pûşt Qeda û bela bikeve bextê dunyayê

Bêjebêje © 2015-2024