the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemgîn Bîrhat

Binewşa Min

Bihar e baranê dar û ber şuştin Sosin û beybûn nergiz gehîştin Wan bayiwan ji bera çexel derêştin De vebe binewşa min tu vebe De vebe sorgula min tu vebe Bila bixwîne bilbil li ser te De êdî vebe ez mame tenê Dilşadî û kêfxweşîa me kanê Ez mame bêpar lê evê dinê De vebe binewşa min tu vebe De vebe sorgula min tu vebe Bila bixwîne bilbil li ser te Eger tu webî dilê me xweş bî Ev rengê me yê sor û zer geş bî Bax û rezên me wê bi te nexş bî De vebe binewşa min tu vebe De vebe sorgula min tu vebe Bila bixwîne bilbil li ser te Gotin û Muzîk: Shahram Doustanî

Bêjebêje © 2015-2024