the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemgîn Bîrhat

Li Gundê Me

Li Gundê me li gundê me Şehîd anîne gundê me Binya malan li gundê me Gorek kolan gundiyên me Dayîka min bi hêsrên xwe Av da gora mîvanê me Ev şehidekî bê nav e Kes nizane ji ku der e Teyre ji refê xwe qetya ye Di ser gundê me da firyaye Nêçîrvana anîn xwere Xwîn ji baskê wî rijyaye Ev xortên me ev xortên me Têne xwar ji çiyayên me Rext pêçane li bejn û balê Sond xwarine bi rengê alê Bîr û bawer xurt kirine Evîn xistine her mal e

Bêjebêje © 2015-2024