Xemoyê Hamid
Emîne
By: Ciwan
Wey wey Emîne weza gorbenî
Wey torinê, weza gorbenî
Qîz û bûkê vê Westanê ser me ra sekinîne
Timî timî mi evdalê Xwedê lê wê dikenî
De qîz û bûkê vê Westanê sekinîne
Timî timî mi evdalê Xwedê wê dikenî
Bira bavê di xirab xêrê wayê qe nebînin
De kavilê gunda da destê min negirtin nedane Feqî
Nadirê çardesalî, çaxê mi ra
Destê min girtine dane kurê Xelîfê Bexdayê
Malpir e yeman, gundîno lo papaxgenî
De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê
Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê
Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim
Derxim bera şehrê vê Bexdayê
Emînê dikire gazî digo Feqî Nadiro mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî
Wey delalo mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî
Here şerê bîne wezê rûnêm hêdî hêdî te ra de rîşa badim
Wezê rûnêm te ra hêdî hêdî rîşa badim
Wezê pêş xelqê va bêjim Feqî Nadiro delalê dilê mi dûrî mi here
Wez te dizî va ba dilê xwa torina mala lo Şêro nadim
Feqî Nadir dikire gazî digo lê Emînê, bejna te dilê mi ra wê minare
Wey torinê bejna te dilê mi ra wê minare
Wey malîno gundîno, wez ê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e
Wezê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e
Minê digo Emînê were ramûsanekê bide xal û xetê gerdena xwe mi kerem ke
Digo Feqî Nadira, delalê dilê min dûrî mi here
Kurê xelîfê Bexdayê mal da rûniştiye lo guhdar e
De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê
Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê
Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim
Derxim bera şehrê vê Bexdayê