the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Bêrîvanê

Lê lê bêrîvanê, bêrîvanê Lê lê bêrîvanê, kulmal, mi go divê zozanê mala bavê bêrîvanê oy oy oy mi kereng e Wey kulmalê minê dîna xwe da konê mala bavê bêrîvanê, hezar reng e Hey kulmalê were ramûsanekê mi evdalê Xwedê kerem ke, ez ê herim mi dereng e Bêrîvanê, bêrîvanê, ê lê bêrîvanê, bêrîvanê bejn û balê mi xulamê Hey lê kurmaliya te aniye serê min De divê çira peza kûvî neanî serê Xecê û Siyabend, çiyayê di Sîpanê Vê bêrîvanê, bêrîvanê Lê lê bêrîvanê, bêrîvanê Lê lê bêrîvanê, mi go zozan e xweş zozan e De mi go minê dîna xwe dabû nav tarê ra kalekalê berxê miyan e Fêzê da dinêrim dervê zirav xulexulê avê de wayê di kaniyan e Minê dîna xwe da derê konê mala bavê Bêrîvana mi qelfê bûka di qîzayê hev civiyane Ezê çavê xwe digerim çira yeke nolî têlî delaliyam ne nav dan e Bêrî, bêrî bêrîvanê, bêrîvanê mi xulamê Ya te anî serê min çira Bekirê Ewan neanî serê Memê, navêtî di zindiyanê Lê lê bêrîvanê, bêrîvanê, lê lê bêrîvanê, were were, were were Te li serî şera zer e, te li bejnê pêda şerê Şevê nîvê şevê divê sala bê xew mesawirê Wey kurmalê ya te aniye serê mi nehatiye serê pêxemberê kurmaxwarî bêrîvanê, bêrîvanê Bêrîvanê, bêrîvanê, bejn û balê mi xulamê Wey kurmalê, ya te aniye serêm, de çira Emer Axa neanî serê Siyabend Ji halê dilê mi ra Ker û Kulê go na Perîşanê, bêrîvanê

Bêjebêje © 2015-2024