the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Delalê

Hay de lê de lê lê, de lê lê, de lê lê de lê, de lê lê de lê Ay delêl, gidîno delêlê dilê min mal siyar bû şerma xelqê têlî delal îzna xwe mi dixwest bi tiliya ye Ay gundîno, malîno, cînarno, hespê delêlê dilê min dikuliya De lê lê lê lê, de lê lê lê Way de lê lê lê lê delêl Wezê nizanim ji nêl bû Ezê nizanim ji bizmêr bû Wezê bînim bazinê destê xwe bişkênim Hespê delêlê dilê xwe ra têxime nêl e Wez ê bînim guharê guhê xwe bişkênim Hespê delêlê dilê xwe ra têxime hûrbizmêr e De lê lê lê lê û ay de lê lê, lê lê de lê lê Wey de lê lê, de lê, lê de lê, lê delêl Gundîno xwezila xerîbê heftê û du miletî xwedana bata der da Delêlê dilê mi bihata der da Wezê hûrik hûrik rabûma ber da Ax min û delalê dilê xwe me yê xwe ra têr xeberda, de lê lê, de lê lê Wey de lê lê lê lê de lê lê lê de lê lê Wezê kêleka delêlê dilê xwe rabûma Qesta bira qidûmê çokê min bişkesta Gundîno, malîno Cînarno, bira delêlê dilê min tasek ava kaniya sor a tevizî mi bixwesta Ax minê bazda serê kaniyê, baniya bida desta Herkê minê koma xwey xwedana şerm nekira Minê serê lêva xwe bigesta, de lê lê

Bêjebêje © 2015-2024