the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Delalîyê

Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nede Sing û berê xwe bi kurê xelqê ra nîşan nede Nava sing û berê te da afirisê erebî ye Kotî şindokî dewarî mêra bergîr e ser girênede Delaliyê, delaliyê delaliyê oy oy oy Ay delaliyê, delaliyê, delaliyê Kurmalê mi go xeruzêda kanîsarkê Wî teresê, xeruzê dihat kanîsarkê De tu rabe ser û çava bişo Bisk û temorîka şe ke Sî û sêguliya nava mila da werke Sî û sê guliya nava mila da werke Birînê xelqê birînê şûran e di qeman e Birîna min evdalê Xwedê birîna dil e De tu were kêleka min rûnê tê hêsirê çevê xwe birînê mi derman ke Delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê oy oy oy Hay lê lê delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê Wî kurmalê, mi go arincî sor e ji halê dilê mi ra nagire ber e Wî teresê, arincî sor e nagire ber e De mi go bejn û bala vî kurmalê ser da pê da temam şer e Ser da pê da temamî ha di şer e Devê dev dirana bi zêr e Tilî pêçiya gustîl e, guharî guhar e De mi go qirik û boxazê temam zêr e, zor zever e Temam zêr e, zor zever e Sing û berê vê kurmalê sor e Hesabê zozanê serê çiyayê Elegezê Sivê heta êvarê avê kanîka, kanîsarka, a li ser e Delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê oy oy oy

Bêjebêje © 2015-2024