Xemoyê Hesen
Dewranê
Dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, zemano loooo
Wî dewran e, Heyder xopanî şewitî berî bayê
Zemano, Heyder xopanî kavil berî bayê
Xwedê bavê mi ra qebûl neke ezê dame ecemekî Golesorê bîna mi paşilê da dernayê
Zemano lo zemano, zemano, zemano, zemano
Dewranê serê wê da xera bî, mirazê bê dil çiqa zor e, pir çetîn e
De mi go bîna min paşila wî da dernayê, paşila wî da dernayê
Wey la mi korê, minê nemayê, mi go hetanî kurekê pêşiya mi negire mi ra
nevê dayê
Bîst û çar kurê vî malxirabî hebin, nolanî bîst û çar mertelîkê roman li ber
çevê mi nayê
Zemano lo zemano, zemano, zemano
Dewranê xirab î mirazê bê dil çiqa zor e pir çetîn e
Dewranê, dewranê, dewranê, dewranê, zemano lo lo
Wî zemano Heyder xopanî şewitî ha bi yan e
Dewrano, Heyder xopanî şewitî ha bi yan e
Xwedê bavê mi ra qebûl neke, ezê dame ecemekî Golesorê
De mi ra divê nizanim tu erdê xwe yî ya biyan e, zemano lo
De wezê nizanim ser erdê xwe ye ya biyan e
De bîna xwe bidê lingê yê sa ne, pirsa kuro me serê malxirabê nola serê cone-
ga ne zemano lo
De serê wî mînanî serê conega ne
Sibê heta êvarê ew mal dernayê mal da ne
Êvar dadikeve nava cil û nivînê min mehrûma Xwedê
Ew mehrûm divê heta sibê nolanî birangê min e
Zemano lo zemano, zemano, zemano, zemano
Dewranê xirabî mirazê bê dil çiqa zor e pir çetîn e
Çûme Bexdayê dikan e, lêy lê lê lê, hey lê lê, hey lê lê, hey lê lê
Çûme Bexdayê dikan e
Textik tê da didane
Nola textê kurdan e
Eşqa jina dilyan e
Dosta Sihîd ber da ne, lê lê lê û lê lê lê û lê lê lê û lê lê lê û hey lê lê lê
Dosta Sihîd ber da ne, lê lê lê lê lê
Çûm Bexdayêdikane, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lêlê
Çûm Bexdayê dikan e
Textik tê da didane
Dilê minî reben bû
Dilketiye Almasxan e, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê
Dilketîyê Almasxan e, lê hey lê lê u lê hey lê lê
Nav şêrîn Bedîlayê, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê
Nav şêrîn Bedîlayê
Bûy te ketime belayê
Bê te xewka min nayê, lê hey lê lê û lê hey lê lê û lê hey lê lê
Bê te xewka min nayê
Berxê û sebra min î