the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Edulê

De lê lê lê lê lê lê lê lê Edûlayê rebenê Dilê min hêlûnek, hêlûna teyran û tuya Wezê çûme Bulanixê nava çîlan û bedewa van cindiya De bira Xwedê xira bike sal û zemanê wez û Edûla xwe tev ketinê De mi go sal û zemanê qûrû bêbextiya De lê lê de lê lê lê lê lê, Edûlayê rebenê, yan e mi ra yan e De mi go wez û tu nifira li te nakim, tu cahil î bermiraz î De bira salê carek mala bavê te koç û bar bin Tê jî heft sala malî mêra bigerî Salika heşta sikûra te aliyê mi da xwar be lo lo De lo lo lo lo lo lo lo lo lo Edûlayê rebenê Wezê xezal im, xezala çiyangê di vê Eleganê De devê mi bi çêre, guhê mi guhdar e Lingê mi mehrûma Xwedê, wa bazdar e De sing û berê mi mehrûma Xwedê wisan e Nolanî, rûn û dimsê tevhelandî De mi go nolanî dimsê vê Şêrwanê Nolanî kişmîşê vê Şalûrê Nolanî birinc e, birincê Welexanê Nolanî rûnê vê Rewanê, meriv bixwara Tevlihev ke dayne zimbêrek, zimbêrê zivistanê De lê lê lê lê lê lê lê lê Edûlayê rebenê De mi go yar be mi ra, yar be Wezê tu nifira li te nakim, tê cahil î bermiraz î De bira salê carek mala bavê te koç û bar bin Tê jî heft sala malî mêra bigerî Salika heşta sikûra te aliyê mi da xwar be lo lo

Bêjebêje © 2015-2024