the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Hay Hay Gewrê

Hay hay gewrê, hey lê dînê mi go sibaha malê rabe ecele ser xwe Hey lê kurmal divê ser û çevê xwe bişo Bisk û temorîka şe ke, qutiya kil kerdala dayne ber xwe Heta ezê sax bim li parê dinyalikê, pey bejna zirav navê zewacê naynime ser xwe A yê gewrê dînê te ez helandim Hay hay gewrê, hey lê dînê, şevê havîna sar e gundo rojê Hey lê kurmal, zozan sar e Were şevê nîvê şevê kujî orxanê hilde bavê ser min Hergê dê û bavê min go ew kî bû Ez ê bêjim ez nexweş bûme dewa Hekîmê Loqman bû hate ser min Ay lê wê dînê te ez helandim gidî û Hay hay gewrê, hey lê dînê Stêra sibê me derketiye yolê de cem e Hey lê kurmal, pêwir mêzîn çûne ava, Leylê Mecnûn xwe da cem e Heylo gundo îro çend e minê divê dilê gewra xwe nedîtiye Dilê mi da ne sebrê dîsa xem e Hay lê gewrê te ez helandim dînê Hay hay gewrê, hey lê dînê mi go havîn e xweş havîn e Hey lê kurmal, divê çima kavilê gundê me da çil kanî hat hilîne Kurmal de tu mi ra bazde tasek kaniya ava sare tevizî bîne, wezî tî me Ay lê gewrê te ez helandim

Bêjebêje © 2015-2024