Xemoyê Hesen
Hey Wax Li Min
Were hey wax li min, hey wax li min, hey wax li min, mala minê
Ê de hey wax li min, hey wax li min, hey wax li min, mala minê
Ser xatirê malê dinê, Ahmedê Mala Mûsa wa tê mi dixwaze, mi nadinê
Hey malîno minê nekine sosret, nekine ax lo dinê
Were hey wax, hey wax, hey wax, hey wax li min mala minê
Hey wax li min mala minê
Were hey wax li min, hey wax li min, hey wax li min, mala minê
Yadê mi go Ahmedê Mala Mûsa yadê qedîrvan e
Her sê meyê deştê çolê kerevan e
Xwedêyo pismamê min nekujin
Were lawikê min hêsîrê hêja ye û çend mêra ye
Were hey wax, hey wax, hey wax, hey wax li min mala minê
Ser xatirê malê dinê
Were hey wax li min, hey wax li min, hey wax li min, mala minê
Yadê mi go hespê qêza lo bêxwirvanê
Kurikê gundê me meşîne lo di dîlanê
Her du pismamê mi nedinê çira xwe ra xewda mane, yalê di eywanê
Wey malîno, çira paşê nîvro cewabê birine li min danê
Hey wax li min, hey wax, hey wax li min mala minê