the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Lê Lê Li Min

Ay de lê lê li min, li min, li min, li minê, li min emrê Wî kurmalê ezê dimrim bira temînga min li te be Wî kurmalê ezê dimrim bira temînga min li te be Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nedê Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nedê Nava sing û berê te da afirê hespê erebî ye Kotî şindokî dewarî mêra bergîr e ser girênede Li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy Ay de lê lê lê li min Wî kurmalê, mi go xenuzmêda kanîsark e Wî teresê, mi go xenuzmêda kanîsark e De tu rabe ser û çava bişo, bisk û temorîka şe ke Sî û sê guliya nava mila da ha bi wer ke De birînê xelqê şûran û qeman e Birîna min evdalê Xwedê, birîna dil e Were kêleka min rûnê pê birîn e Hêsirê çevê xwe birînê mi derman ke Li min, li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy Ay de lê lê lê li min Wî kurmalê, mi go halê dilê mi ra arincî sor e, nagire ber e Wî teresê, mi go arincî sor e, negire ber e Bejn û bala vê teresê ser da pê ra temam şer e Ser da pê ra temamî şer e Dev û diran, qirik û boxazê, tilî pêçiya zêr e zor zever e Sing û berê vê teresê sale hesabê Zozanê serê çiyangê Elegezê avê kanîkan kanîsarka Sibê heta êvarê av li ser e Li min, li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy Ay de lê lê lê li min Wî kurmalê, mi go felek e xweş felek e Wî teresê, mi go felek e xweş felek e Wey kurmalê de tu were şerê bide ber belekê De bira Xwedê mirazê mirazxwaza bikira Mirazê min û kawa kubar bira bata ser singê min rûnişta Cotê feqazilê mêr lê lê felekê Li min, li min, li min, li min emrê oy oy oy

Bêjebêje © 2015-2024