Xemoyê Hesen
Lê Narînê
Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê
Ê lê mi go xeberxweşê, zarşîrînê
Ê lê zozan xweş bû gulbarînê
Zozanê çiyangê Şengalê gundo mi go erafî ne
Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê
Narîn canê heçikê tejiya gede lawikê mi ra nevê werdê
Heylo gundo minê sala par kewa gozel ramûsabû
De wezê îsal pêra qîmîş nakim tûkime erdê
Hey narînê, hey narînê
Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê
Ê lê mi go xeberxweşê, zarşîrînê
Ê lê narîn canê mi go te ez helandim
Eger kurmal te ez kirime desmaleke
Ê de divê zenda zer alandim
Hey lê kulmal, mi go te ez nava her çarmalê kurda wez gerandim
Ê lê mi go hey narînê, hey narînê, hey narînê
Narîn canê mi go te çevreşê birûxwarê
Hey lê kurmal, dest bavêje zêrê eniyê hilde jorê
Heylê kurmal, were ramûsanekê mi evdalê Xwudê kerem ke
Ê de bira derdê kulê minê te ra neçine gorê
Hey narînê, hey narînê ax hey narînê, hey narînê