the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Lê Wayê

De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Senemê digo lê lê Fato lê dayê Kezîkuriya min û te va teva dayê Dîlemayê De rabe temaşe ke qesra Basinca, bêzaxê di romê va Elî Ûnis qewmê çiyê va, pexarukê sivik bava Xweyê melekê çar zima va Bişarê Çeto kekê Cemîlê va Êvar da basîryê ser me da ketine taşteyqawulê da De lê xin, lê xin, her sê peyadarê mala bavê mino lê xin Navê revê navî şermê giran e Pey konê mala bavê min nexin lo lo De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê Bişar digo Emo lo lawo, têyî rayê were rayê Emo digo hey lo lo lawo, wezê nayême rayê eskerê dewletê ra Wezê nayême rayê qaçaxê serê çiyê ra Minê sondekê xwariye qesemê navê bi Xwedê ra Minê lingê xwe avêtiye di qeydê da Kilîta qeydê şandiye Basilîyê mala Hesenê bira stûna duzgê da De lê xin, lê xin, her sê peyadarê mala bavê mino lê xin Navê revê navê şermê giran e Pey konê mala bavê min nexin lo lo De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê De mi go wezê koçka Emongî Gozê ketim dev zinêr e Wezê kokça lawê Gozê ketim dev zinêr e Dengê Emongî Gozê tê da têye firarê dengê Elîyê Şêr e Emongî Gozê sê gulê mawîzerê birîndar e Dest davêje desmalê cêva xwe dikişîne, xwînê hevala vedişêre De bi hev ra, ha bi hev ra, bîna xwe bide, papaxreşa ha bi hev ra De mi go divê sira sira ser koçika, kekê mi mehrûma Xwedê, bûne…

Bêjebêje © 2015-2024