the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Meyayê

De lê Meyayê, lê Meyayê, lê Meyayê Lê Meyayê, lê Meyayê, lê Meyayê Ardima Şehîno, na ardima Ûsiv Zelîxayê Memê dest avête keziyê Zînê ye, dirêj da birine bayê De lê Meyayê, lê Meyayê, lê Meyayê De mi go bejna zirav nola bejna Ûsiv Zelîxayê Evîntiya vê kurmalê sa bû nola evîntiya Memê Eyşayê Hezkirina vê kurmalê sal û hesabê hezkirina Siyabend û Xecayê De lê Meyayê, lê Meyayê, lê Meyayê Mi go çiqa şêx û meşêx hene rûniştî ne erdê di Bexdayê Temamê bora mini Meya mi dixwazin dua lo dirozgayê Lê Meyayê, lê Meyayê, lê Meyayê Wez û Meya xwe va çûne divê devê dikanê vê Bexdayê Minê zimanê dudu ramûsanekê lê xwestibû Hey malîno mi go minê ramûsanê dayê Avê kaniya nema divê minê vexwar devê xwe werdayê Ramûsanê vê kurmalê sare tenê binê kokê diranê mi dernayê

Bêjebêje © 2015-2024