the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Têlî

Were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî Biçûkê rû bi xêlî, tu çiqa sefele, çiqa sêfîl î Şevê payîza ne dirêj in, xewa me tê tu nahêlî Were Têlî, Têlî kurmalê, divê hîva me derketiye ji gaxulê Têlî malşewitiyê, hîva me derketiye gaxulê Şewqê daye dora divê mezelê Şêx Resûl e De şewqê daye dora divê mezelê Şêx Resûl e Lê lê gidiyê konê mala bavê min ser mala bavê te bûn Were ramûsanekê mi kerem ke dewsa xwîna mi qebûl e Hilde were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî Têlî kurmalê, hîva me derketiye di esmana Têlî kurmalê, hîva me derketiye di esmana Şewqê daye birca belek xanemala De şewqê daye birca belek xanemala Gelo kê dewr û zemana diye merivê hevdu xenav dide ramûsanê De were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî Têlî kurmalê, çemê Arpeçayê tê lemelem e Têlî kurmalê, çemê Arnpeçayê tê lemelem e De mi go singê Têliya mi defter e, zimanê Têliya mi qelem e Zimanê Têliya mi qelem e Tilî pêçiyê Têliya mi divê melhem e Hey lê kurmalê were destê xwe bide ser devê birîna mi, bira birîna mi bikele De birînê xelqê birînê şûran e Birîna mi evdalê Xwedê birîna dil e Destê xwe bide ser devê birîna mi, bira birîna mi bikele Were Têlî, were Têlî, were Têlî, were Têlî Biçûkê, rû bi xêlî, tu çiqa sefele, çiqa sîfêlê Şevê payîza ne dirêj in, xewa me tê tu nahêlî

Bêjebêje © 2015-2024