Xemoyê Hesen
Wey Lê Lê
Hey lê lê, hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
De divê Zeynebê digo Hemê bira bêyo ha bi bêyo
Sibê derketiye derê di malêyo yo
Divê dua dike di Xwedêyo
Divê kengê heft birangê mi mehrûma Xwedê bêyo
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo
Ê hey lê lê hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Hemê digo Zeynebê xwişkê
Divê tu here tewlexanê, hespê bikşîne hê lo
Hespa bikşîne bide ser piştê zînê di romê ye
Zebû kutane di zengê ye, rikêf kutane di erdê ye
Toz û xumanî xwe daye kambaxa çiyê ye
Şikênandine rikêfê di erdê ye
Hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Ê hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
De divê her heft bira çûne qonaxdariyê
Divê şeş bira birine di malê ye
Hemê birine aliyê dîwanê ye
Weyla mi korê mi nemayê, divê celadê ser celada diçe têye
Bûye qîrîna di zirnê ye
Bûye girmîna di defê ye
Destê Hemê avêtine lelê ye
Dest û lingê wî kelemçê ye
Zimanê wî qeydê ye
Weyla korê nemayê li minê lê lê lê lê lê lê
Zeynebê digo Hemê bînî di hezarî, digo Ûsoy minî di çil salî, digo tu dozde salî
Hefsêkê dinê xema dilê mi ra delalî
Kevir û kuçikê Çobeniya nema, ser dilê mi merhûma Xwedê da barî
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo
Î de hey lê lê, hey lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Reşît Paşa divê gazî Ûsoy bira dike tîne aliyê dîwanê ye
Hey divê Ûsoy bira tîne aliyê dîwanê ye
Destê Ûso avêtine di lelê ye
Lingê wî yê dinê kelepçê ye
Yekî bîna di defê ye, bûye qîrîna di zirnê ye
Celadê ser celada diçe têye
Serê Ûsoy bira çûye cendekê vala maye wê derê ye
Zeynebê digo Hemê minî di hezarî, digo Ûsoy min î di çil salî, dudu hivde salî
Her sêkê dinê kula dilê mi ra delalî
Kevir kuçikê Çobaniya nema, serê Zeyneba hûr da dibarî
Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo