the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hesen

Wey Xanimê

Eman eman eman eman Eman eman wey xanimê Xanimê wey xanimê Bûka mala bavê minê Bûka mala bavê minê Wez sê denga ban dikimê Sê denga ban dikimê Keç kubar e nakilimê Mala xanima min zeynet e Mala dosta min zeynet e Mala xanima min zeynet e Yabo yadê bavejinê Xanimê wey xanimê Wey xanimê te xatûnê Xanimê te xatûnê Bejn ziravê ji qanûnê Zirav lê ji qanûnê Bejn ziravê darî rimê Darî rimê pê şimikê Bal xelqê gilî dike Bal çawişa azir dike Çawîşa azir dike Qumandara bertil dike

Bêjebêje © 2015-2024