a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Barana Şevê

Ji barana şevê, min bêhna te kir Dilê’m digirîya, bêriya te dikir Te l’min nêrî, te min nas nekir Lehî l’min rabû, lê min şil nekir Ser dengê dilê xwe, ji xew şiyar bûm Ji hêstirên xwe, di avê de mabûm Li şevekî kûr, gêj û winda bûm Wekî her carê, dîsa tenha bûm Duh dîsa derî, pir caran vebû Dengê te dihat, lê tu tune bû Dilê min sêwî, l’benda te mabû Pêjna te dihat, lê tu nexwiya bû

Bêjebêje © 2015-2024