a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Bêrîvanê

Taca serê Bêrîvana min zêrîn e Biskê bêrîvana min çil û çar kezîne Qirka bêrîvana min tev zêrê Mamûdî ne Sîng û ber û bedena bêrîvana min tev Lîrê Reşadî ne Bêrîvanê, mal wêranê Wey kobarê Xizalê Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, lo Zozanê mala bêrîvanê sî û sê ne Di serê çiyane, di bin re mêrg û kanî ne Bêrîvanê gotî: Şivano, ez ê di bextê te de tu di bextê xwedê de, devê xwe ji gerdena min derîne Şivano gotî: Bêrîvanê, ez ê di bextê te de tu di bextê xwedê de, tu rabê ramûsankê bi ser can û cesedê min de berdê Bêrîvanê, mal wêranê Wey kobarê Xizalê Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, lo Bêrîvanê gotî: Şivano, bese êvar e wext dereng e Bav û dêka min li hêviya min in Bese êvar e wext dereng e Şivano gotî: Bêrîvanê heger bavê te got, diya te got, Berîvanê çima tu dereng mayi?! Tê (tu wê) bêjê: yabo, yadê Bi rê ve meşka min qetiya, şîrê min rijiya Bêrîvanê, mal wêranê Wey kobarê Xizalê Hemû taca serê bêrîvana min zêrîn e, xwedêyo

Bêjebêje © 2015-2024