a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Derdê dûrî

Xem û derdê min dinyayê birin Roj û şevê min pêt û agir in Heval û Hogir teva barkirin Nizanim sax in nizanim mirin Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çibû Hey dunya yê hey dunya yê Tev bûne rewî, ketin ser riyan Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê ez mame xerîb, li nav xwediyan Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Jiyana min bû, wek şevek tarî Pişta min tewiya, ji bar giranî Hêstir ji çava, ser rû dibarî Nebextê zemên, go bimin dikarî Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Xew neket çava, dimînim şiyar Çav li riya wa, ji mir bûye kar Havîn zivistan, nabê wa hat buhar Xerîbî tucar ji mer nabê war Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê Nizanim gunhê min çîbû Hey dunya yê hey dunya yê

Bêjebêje © 2015-2024