a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Gulfiroş

min go gulfiroş! bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe him şev û him roj! ji te memnûn im li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş ! ji ber ku îro ez penaber im qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş ! naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im? ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im ! buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim ji ber ku îro ez penaber im! li her wargehekî min gulek çand lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be! çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im? ger yek ji min bipirse, dosto; ?tu dixwazî li gulan bigerî?? ez ê bêjim ?na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de pir in ez li warê gulan ez digerim? qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im ! ger te ya dilê min bizanibana dosto ger te ya dilê min bizanibana dosto bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û herim ! çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im.? lê çi bikim, îro, ez penaber im !

Bêjebêje © 2015-2024