a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Min gulek çand

Min gulek çand, di mêrgê da Nav Rîhana, devê rê da Ezê gula xwe av bidim, bi guhdarî ji îro pê da. . Rengê gula min pir geş e Şewqê dide şevê reş e Leşkerê bi top û tivinga, nahêlin bigihêm gula geşe. . Sibê zû ezê derkevim Nobedarê gula xwe bim Bisûna baş ger bi ser de werin Ezê agirê rihê we bim

Bêjebêje © 2015-2024