Xêro Abbas
Newroz
Newroz tu hatî, va wekî hercar
Nîşana nû yî, yan jî wekî par
Ser min hilîn e, tîrên şevên sar
Li min zuha bûn, rondikên çavan
Hûr hûr li min sotin, jerg û hinavan
Ez tême destê, dayik û bavan
Jîna din bûrî, di bin gula ma
Emrê ku borî, weke wê nema
Min û rûxemgîn, ka kêf û sema