a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Padîşahê Mirinê

Padîşahê mirinê were Ber mirinê, xwe nagirim Dilê min tev bi birîn e Qet axînê ez nagirim Jiyan gelek bi min xweş e Ez li mafê xwe digerim Dayê li min ke rext û tifing Îro ceng e va ez ê herim Padîşah ji min re bêje Birîndar im rê dirêj e Padîşah bextê te me Ez li bendî dayika xwe me Çava daya, daye şîrîn Ez ê herim venagerim

Bêjebêje © 2015-2024