a photo of Xêro Abbas

Xêro Abbas

Serpêhatiya nisran

Roj diçû ava... Dikişand tirejên xweyî zêrîn. Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan! Car carna radiwesta li pişt xwe dimeyzand. Hêdî hêdî xwe diveşart û dikete bextê girê tirban! Go were Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman! Mi go Şevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman! Min jî da, rê ji dugirê, min berê xwe dida... Nisran nisran. Şevê bandikir... Go ho tu min nabê mêhvan. Şev dikenî dirahişte heyvê û çend sitêrka Bisênga xweve daleqand. Digo nexwe gelek xeman. Piştî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran. Lê min dixwest ji şevê bipirsim. Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran? Kete navbera min û şevê de. Ewrina Reş û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran. Min bandikir şevê. Şevê, Şevê, Şevê... Gotin: Husên Abbas Muzîk: Xêro Abbas

Bêjebêje © 2015-2024